PKK’ê ji ber şehadeta fermandarê mezin Fazil Botan peyamek da

PKK’ê ragihand ku yek ji pêşengên tevgera azadiyê û têkoşîna gerîla Fazil Botan şehîd bûye.
Komîteya Navendî ya PKK’ê ji ber şehadeta Fazil Botan peyamek weşand û got:
“Wê weke hevrêyekî welê bê bîranîn ku her şaneya xwe tevlî rastiya Rêbertî, têkoşînê, şerê gerîla û PKK’ê kiriye.”

Komîteya Navendî ya PKK’ê ji ber şehadeta Fazil Botan peyamek weşand.

PKK’ê di daxwiyaniyê de got:

Fazil Botan sala 1988’an tevlî nava Tevgera Azadiyê bû.

Di nava Reveberiya Biryargeha Navendî ya HPG’ê, Konseya Fermandariyê ya HPG’ê,

Fermandariya Qadê ya Qendîlê de wezîfe kir, sala 2012’an li dijî DAÎŞ’ê cihê xwe li eniya herî pêş girt .

Sala 2015’an di encama qezayekê de birîndar bû, ji bo tedawiyê derbasî Ewropayê bû û 15’ê Hezîrana 2022’an şehîd bû.

PKK’ê diyar kir ku em ê xwedî li bîranîna fermandarê mezin Fazil derkevin..

“Di pêşvebirina artêşa gerîla de bi roleke mezin rabû.

Ji dema ku tevlî nava partiya me bû û pê ve pêşketinên mezin afirand.

Hema bêje li her bihosta xaka Kurdsitanê gerîlatî kir.

Bi taktîkeke bêhempa ya gerîlatiyê derbên giran li dijmin xist.

Bû yek ji fermandarên bijarte.

Ji bo dawî li zext û koletiyê bîne, bêrawestan têkoşiya.

Bi nav, çalakî, sekna xwe ya pratîkî, helwesta xwe ya exlaqî û polîtîk bû şoreşgerekî mînak..”

PKK’ê di berdewamiya daxwiyaniyê de da zanîn ku

Hevrêyê me Fazil Botan Di salên 1990’î de li Gabarê derbên giran li dijmin xist.

Di avakirina tabûrên bi tevger de ku bû tirsa dilê artêşa Tirk û di nava wê tabûrê de cih girt..

Hevrê Fazil ku ji Rêbertî bi xwe perwerde dît, xwe hîn bêhtir tevlî partîbûn û milîtanbûnê kir.

Pîvanên durust, pak û ji dil ên Botanê li vê derê bi asta îdeolojîk xurt kir.

Bi berpirsyariyeke hîn mezintir rabû û ji bo tola sedsalê hilîne li qada şer vegeriya.

Hevrêyê me Fazil ku şerekî mezin dikir, lewma zû bi pêş diket.

Komîteya Navendî ya PKK’ê tekez kir ku em soz didin ku em ê xwedî li armancên şehîd Fazil derkevin ..

Em careke din dibêjin ku sond rûmet e, em ê ti carî rûmetê binpê nekin.

Li gorî soza xwe ku me gotibû em ê bibin şûrê tolhildanê yê tûj yê hemû şehîdan..

Em ê vê soza xwe bi cih bînin, em careke din vê sozê didin gelê xwe û gelên cîhanê.”

Back to top button