Ji bo vegera têkiliyan, mercê rêzgirtina jinê ji Tirkiyê hat xwestin

Seroka Komseriya Yekîtiya Ewropa (YE) Ursula von der Leyen, mercê rêzgiritina mafê jinê da ber Tirkiyê, da têkiliyên wan vegerin. 

Ursula civîna perlemena YE ya 6’ê Nîsanê ya bi Serokkomarê Tirkiyê Erdogan re bi bîr xist û got:

“Ez yekem jin im, serokatiya komseriya YE dikim.

Bi hêvî me wekî seroka komseriyê jî nêzî min bibin. Divê careke din mîna wê bûyera kursiyê ya li Enqerayê dubare nebe.”

Ursula teqez kir ku ew wekî jin û wekî Ewropî hate kêmxistin û pir li ber xwe ket.

Seroka Komseriya YE Ursula von der Leyen ji serokên YE xwest ku, ji bo careke din danûstandin bi Tirkiyê re bidomînin, divê rêzdariya li hemberî jinan bidin ber çavên xwe.

Back to top button