Besê Hozat: Di Newrozê de sekneke xurt a gel hat nîşandan

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di dewama nirxandinên xwe de da zanîn ku di Newrozê de sekneke xurt a gel hat nîşandan taybet ya gelê ereb û got:”Peyama azadiya fîzîkî ya rêber APO û pêkanînan yekîtiya Netewî di Newrozê de hat dayîn” Her wiha Besê da zanîn ku tevgera jinê piştevaniyeke xurt nîşan da, divê gelê me jî hevgirtina xwe xurt bike.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di dewama hevpeyvîna xwe de diyar kir ku di Newrozê de sekneke xurt ya gel hat nîşandan û hate gotin:

Li Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat, Ewropa û tevahî cîhanê Newroz hat pîrozkirin.

Gel gotin, em ê desthilatdariya faşîst qirker a AKP-MHP’ê hilweşînin.

Bi têkoşîna xwe ya avakirina Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk re em ê vê yekê pêk bînin.

“Newroza 2023’an bû Newroza Rêbertî”

Besê Hozat tekez kir ku Newroza îsal bû Newroza Rêbertî û ev tişt got:

Azadiya fîzîkî ya Rêbertî mohra xwe li Newrozê xist.

Ya rast, têkoşîna ku bi salane dewam dike bi Newrozê re gihîşt asta herî bilind.

Ev yek bi têkoşîna tevgera Apoyî hate afirandin.

“Di Newrozê de helwesta gelê Ereb girîng bû”

Têkildarî helwesta gelê Ereb di Newrozê de Besê got:

Di vê Newrozê de helwesta Ereban jî gelekî girîng bû.

Li gelek bajarên Ereb, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gelek qadan Ereban daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Îradeya rizgarkirina qadên dagirkirî ji bin dagirkeriya dewleta Tirk nîşan dan.

“Di Newrozê de banga yekîtiya neteweyî hat kirin”

Bêguman peyameke din a girîng di Newrozê de jî peyama bi wate ya gelê me ku bi xurtî nîşan da, helwesta yekîtiya neteweyî bû.

Bang li hemû rêxistin, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û hemû beşên cuda yên Kurdan hate kirin ku yekîtiya neteweyî ava bikin.

“Tevgera jinê piştevaniyeke xurt nîşan da”

Têkildarî 8’ê Adarê de jî Besê Hozat wiha bi lêv kir:

Di meha Adarê de 8’ê Adarê hebû. Gelekî girîng bû.

Ji ber erdheja li Bakur û Tirkiyê bêguman hinekî bi rengekî dilşikestî derbas bû.

Bi giranî bi piştevaniyê hate pêşwazîkirin.

Di 8’ê Adarê de Tevgera Jinê ya Kurdistanê, Tevgera Jinê ya Tirkiyê seferber bû.

Piştevaniyeke xurt hate nîşandan.

“Bila gelê me hevgirtina xwe xurt bike”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di dawiyê de got:

Em bang li gelê xwe dikin, bila dev ji axa xwe bernedin.

Divê em vê hevgirtinê veguherînin projeyên herî xurt û hemû qadên jiyanê veguherînin qadên jiyanê.

Back to top button