Hikûmeta Efxanistanê 100 girtiyên Talîban berdan

Agirbesta ji bo 3 rojên Cejnê a di navbera Hikûmeta Efxanîstan û Talîban de ketibû meryetê di roja 2’an de jî dewam dike.
Hikûmetê jî 100 girtiyên Talîban, berdan.

Tevgera Talîban a di hefteyên dawî de li dijî hêzên hikûmetê gelek êrîş lidar xistin, ji bo Cejna Remezanê agirbestekî yek alî ragihand.

Tevgera Talîban ferman da hêzên xwe ku li dijî hikûmetê ti êrîşekê lidar nexin.

Ev cara yekê ye banga rawestandina çekan ji aliyê Talîbanan ve tê kirin.

Serokkomarê Efxanistanê Şeref Ganî jî bersiv da vê bangê û ew yek qebûl kir.

Ganî daxuyaniyek roja Yekşemê da û weke niyeta baş ragihand ku, wan pêvajoya berdana 2 hezar dendamên Talîban daye destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de jî hikûmeta Afxanîstanê îro 100 girtiyên Talîban berdan.

Li gorî berpirsê hikumeta Efxanîstanê ji serê meha Adarê û heta niha Talîbanê 3 hezar û 800 êrîş pêk anîne û bi giştî hezar û 300 kes mirine û birîndar bûne.

Back to top button