Li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn şerekî dijwar rû dide.
Gerîla li dijî dagirkeriya Tirkiyê berxwedaneke mezin raber dike.
HPG’ê encama şer û berxwedana 6 mehan bi raya giştî re parve kir.
HPG’ê got: Derbên giran li artêşa Tirk hatiye xistin û di 2256 çalakiyan de 2346 dagirker hatine kuştin, 10 helîkpter hatin têkbirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a 6 mehan ku di navbera 14’ê Nîsanê û 14’ê Cotmehê de du çarçoveya pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereş de rû dane eşkere kir.
Navendê diyar kir ku her kêliya pêvajoya 6 mehên derbasbûyî bi berxwedanên destanî tije bû û wiha got:
“Gerîla her deverên Zap, Avaşîn û Metînayê xistine qada berxwedanê û di van 6 mehan de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine.
Şerê 6 meha careke din nîşanda ku gerîlayên ku bi rihê Apoyî şerdikin, têknaçe û wê kes nikaribe têk bibe.
Navendê dazanîn ku gerîla di çarçoveya Stratejiya Şerê gel ê şorşegerî de bi taktîkê demê yê tunel-binerd û bikaranîna erazî ve xeta serkeftinê mîsoger kiriye.
HPG: Li dijî gerîla 2476 caran çekên kîmyewî hat bikaranîn
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî bikaranîna çekêm kîmyewî jî bal kişand ser vana xalan:
Dewleta dagirker di van 6 mehan de bi karanîna PDK, çeteyên ku li Bakur û Sûriyê aniye, bi karaniya her cûre çekan jî nikaribû encam bigre.
Ji bo wê jî li qadên berxwedanê li dijî gerîla 2476 caran çekên kîmyewî bikaranî.
Tevî belge û dîmenên vê sûcê jî hêzên navdewletî bêdengin û çavê xwe vê sûcê re digrin.
Dewleta dagirker jî vê yekê cesaret digre û êrişên xwe yê newîrekî, nemirovî û sûcê xwe didomîne, berdewam dike.”
HPG: 2346 dagirker hatin kuştin
Navendê jî diyar kir ku gerîla jî di şeş mehan de derbên mezin li dagirkeran û alîgirên wî xist û ev encam parvekir.
Bi giştî gerîla bi şêwazên cûda li dijî dagirkeran 2256 çalakî lidarxist.
12 kontra, 17 leşkerên payebilind bi giştî 2346 leşker û çete hatin kuştin.
310 dagirker birîndar bûn
Di çalakiyên gerîlla de hejmareke zêde a çek û cebilxaneyan li ser artêşa Tirk hatin rakirin.
Her wiha bi dehan çeper, çekên giran û wesayîtên leşkerî jî hatin tinekirin.
HPG: 153 gerîla şehîd bûn
Gerîllayan wekî din 10 helîkpterên artêşa dagirker îmhakirin.
Di dawiyê de navendê diyar kir ku dewleta tirk tenê bi teknîk bejahî û çekên kîmyewî ve şer dike.
Navendê eşkere kir ku di berxwedana Avaşîn, Metîna û Zapê ya 6 mehan de 153 gerîla şehîd bûn.