Emîne Kakabawe: Kurd jî di nav de, Tirkiyê daxwaza radestkirina 33 kesan ji Swêdê kiriye

Parlemanetera Kurd a di parlemana Swêdê de Emîne Kakabawe têkildarî tevlîbûna Swêd û Filinedayê a nava NATO’yê, ji Ronahî TV re axivî.
Emîne Kakbawe eşkere kir ku Tirkiyê û Swêd li hev kirine ku Swêd destekê nede YPG, YPJ û PYD‘ê..
Kakabawe dibêje ev peyman bi temamî li dijî Kurdan e û partiya sosiyal demokrat a desthildar Kurd û Swêd firotine Tirkiyê.

Tirkiyê, Swêd û Fînlandayê li hev kirin..

Ji bo ku herdû welatê tevlî nava NATO’yê bibin, 10 xal hatin îmzekirin û piraniya wan jî tikildarî kurdan in..

Me jî ji bo vê mijarê peywendî li gel parlemantera Kurd a di parlemana Swêdê de Emîne Kakabwe kir..

Wê ragihand ku Tirkiyê ji Swêdê xwestiye 33 kesan radestî wê bike.

Emîne Kakabawe dibêje ku Swêd ne mîna Tirkiyê ye û radestkirina van kesan biryara dadgehê ye û ne tiştekî hêsan e.

Emîne Kakabawe: Tirkiyê û Swêdê li hev kiriye ku desteka YPG, YPJ û PYD were rawestandin

Emîne Kakabawe diyar dike ku dewleta Tirk daxwaz kiriye ku desteka ji bo YPG, YPJ û PYD’ê jî were rawestandin.

Emîne Kakabawe: Peymaneke li dijî Kurdan e û gelekî xerab e

Parlemantera Kurd a serbixwe ev peyman bi li dijî Kurdan û Swêdê bi giştî bi nav kir û partiya sosiyal demokrat a desthildar jî bi firotina Kurdan û Swêd ji bo Tirkiyê tawanbar kir û daxwaza zelalkirinê ji partiya sosiyal demokar kiriye.

Piştî lidarxistina civînê de jî Serokatiya Tirkiyê idia kir ku encamên hevdîtinê bi dilê wê bûn..

Di wextekê de ku Koşka Spî eşkere kir ku Tirkiyê daxwaza tawîzan ji Ameîrkayê nekiriye.

Piştî van hevdîtin û encaman, ev pirs tê kirin..

Gelo dewleta Tirk destûra êrişekê li dijî Rojava bi dest xistiye yan na???

Back to top button