Vladîmîr Pûtîn: Endametiya Swêd û Fînladiya ya NATO wê rê li ber aloziyê veke

Serokê Rûsyayê ragihand ku endametiya Swêd û Fînlandiya ya NATO’yê wê rê li ber aloziyê veke. Di vê naverê de tê gotin, piştî civîna NATO wê Rûsya êrişên xwe li dijî Ukraynayê zêde bike.

Li paytexta Spnayayê Madrîdê, di navbera Tirkiyê, Sêwd û Fînlandyayê lihevkirinek pêk hat.

Li gorî vê,

Di encama bazariya di navbera aliyan de, astengiya Tirkiyê ya li pêşiya endametiya Swêd û Fînlandiya a NATO’yê bidawî bû.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li dijî vê lihevkirinê nerazîbûn nîşan da.

Pûtî got, endametiya van herdû welatan wê rê li ber aloziyê veke û got:

Divê were zanîn ku Rûsya ji niha û pê ve wê tedbîrên xwe yên leşkerî zêdetir bike.

Wekî din divê Sêwd û Fînlandiya zanibin, eger li wir hêza leşkerî were bicihkirin, wê ev yek bibe sedem ku Rûsya bersivê bide.

Berê navbera me û van herdû welatan baş bû, lê niha wê wisa dewam neke.

Di vê navberê de hat raginandin ku piştî civîna NATO’ê, wê Rûsya êrişên xwe li dijî Ukraynayê zêde bike.

Back to top button