Li Herêma Firat û Cizîrê merasîmên cangoriyên azadiyê hebûn. Li Kobanê, Şedadê û Dêrikê şehîd hatin oxirkirin.
Şêniyên navçeyên Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxa ji bo oxirkirina cenazeyê Hêzên Asayişê Ayaz Ebdullah li goristana Şehîd Xebat Dêrik kombûn.
Li wir kesên ku axivîn sersaxî dan malbatên şehîdan û soza şopandina riya şehîdan dan.
Piştre Xwişka şehîd Fatme Ebdullah axivî û diyar kir ku ew bi şehadeta birayên xwe Îsam û Ayaz serbilind e.
Dawiya merasîmê wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û girseya gel cenazeyê şehîd spart axê.