Sibe wê dengdan li ser hevpeymana civakî bê lidarxistin

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê diyar kir ku meclis wê sibe li ser reşnivîsa hevpeymana civakî ya nû dengê xwe bide û erê bike.

Di 7’ê Kanûnê de piştî rêzecivîn û nîqaşên berfireh di nava du salan de bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re Komîteya Berfireh reşnivîsa hevpeymana civakî di rûniştina xwe ya 4 rojan de bi dawî kir.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê got:

“Reşnivîsa hevpeymana civakî ji Desteya Giştî re hate şandin da ku bikare rûniştineke berfireh bi endamên Desteya Giştî û nûnerên meclisên zagonsaz û sivîl ên 7 rêveberiyan re li dar bixe.”

Etê diyar kir ku Desteya Giştî wê sibe, civîna xwe ya asayî li dar bixe da ku dengê xwe bide erêkirina hevpyemana civakî ya nû.

Etê got: “Wê li ser her bendeke hevpeymanê deng bê dayîn û piştre dengdan li ser temamiya hevpeymana civakî ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê dayîn.”

Hesen Koçer armanca Reşnivîsa Peymana Civakî nirxand

Back to top button