Steinmeier ji bo sucên li tanzanyayê hatiye kirin lêborîn xwest

Serokkomarê Almanya Frank-Walter Steinmeier, sucên ku welatên wê di dagirkirina Tanzanyayê de pêk aniye, şerma xwe anî ziman û lêborîn xwest.

Frank-Walter Steinmeier serdana xwe yê li Tanzanyayê axivî, ji bo dema dagirkirina Tanzanyayê ji hêla Almanan ve li hemberî bavûkalên wan kirine lêborînê xwest.

Steinmeier di axaftina xwe de wiha got: “Pirsên ji bo aramiya we bê bersiv mane bi hev re bersivê bibînin.”

Her wiha Steinmeier serdana Muzeya Maji Maji ku li bajarê Songea ya başûrê welêt dimîne kir.

Li wir jî anî ziman ku pêşeroja ku welatên wê bi Tanzanya re ji bo bi awayek hevpar bê dest girtin amedeye ku xebatê bimeşîne.

Serokkomar Steinmer soz da ku rewşên li dîrokê Tanzanyayê hatiye jiyîn bi mirovên li welatên xwe re parve bike.

Steinmeier serdana sê rojan ku li Tanzanyayê pêk aniye berhemên ku di dema mêtingeriyê de hatiye talankirin îşaret bi radestkirina wan jî kir.

Back to top button