8 roj in agahî ji rojamevan Silêman Ehmed nayê girtin

8 Rojin Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û çarnûsa wî ne diyare.
Rojnamevanên başûrê Kurdistanê PDK şermezarkirin û xwestin tavilê Silêman Ehmed bê berdan.

8 roj in edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

Silêman Ehmed dema ku ji Helebê vedigeriya başûrê Kurdistanê 25’ê mehê li deriyê pêş xabûrê hate revandin.

Tevî hemû nerazîbûn û bangan jî PDK ew bernedaye.

Rojnamevanên Êzidî: PDK ji bo xiyaneta xwe veşêre rojnamevanan digire

Bertekên li dijî revandina Silêman Ehmed jî zêde dibe.

Rojnamevanên Êzidî revandina Silêman Ehmed bi tundî şermezarkirin.

Ziyat Êzdî diyarkir ji ber ku rojnamevan rastiya PDK’ê ji raya giştî re eşkere dikin rastî êrişan tên.

Rojnamevan Xelîl Emo jî got: “Rojnamevanên ku ne li gorî siyaseta PDK’ê bin tên revandin û girtin.

PDK destekê dide dagirkeran, ji bo li ser vê xiyaneta xwe bigire bi dehan rojnamevan girtine.”

“Revandina Silêman Ehmed binpêkirina destûra Iraqê ye”

Çalakvanê mafê mirovan Elî Meyahî jî dazanîn ku revandina Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê hêzên PDK’ê ve binpêkirina destûra Iraqê ya girêdayî parastina azadiya rojnamevanan e.

Elî Meyahî xwest derbarê aqubeta Silêman Ehmed de lêkolînek lezgîn bê destpêkirin.

Rojnamevanên ji Rojava xwestin rojnamevan Silêman Ehmed serbest bê berdan

Back to top button