Wê Tahran balafirên şer ji Moskow bikire

Rêveberiya Tahranê çav berdaye balafirên SU 35 ên Rûsyayê.
Ev yek hemwextî wê yekê pêk tê ku Amerîka ji bo kesên bazirganiya bi Îranê re pêk bîne gefa dixwe.
Îranê ragihand ew ê ji Rûsyayê hejmarek balefirên şer ên ji curê SU 35 bikirin.

Fermandarê Hêzên Asîmanî yê Îranê General Hemîd Wehîdî ragihand ew ê ji Rûsyayê hejmarek balefirên şer ên ji curê SU 35 bikirin.

Îranê di sala 2007’an de lihevkirinek li gel Rusyayê ji bo kirîna sîstema parastina asîmanî ya S-300 pêkanîbû.

Lê Rusyayê di sala 2010’an de firotina vê sîstemê ji ber bicihanîna biryarek ya Konseya Ewlekariya NY ya di derbarê hilberandina çekên atomî de ragirtibû.

Lê piştî di sala 2015’an de hevdîtinên li ser çekên atomî di navbera Îran û welatên Rojavayî de pêşketin, Rusyayê carek din rê da ku Îran vê sîstemê bikire.

Piştre di sala 2016’an de wezareta parastinê ya Îranê ragihandibû ku ew bûne xwedî sîstema parastinê ya S-300.

Hêjayî bibîrxistinê ye 4’ê Îlonê Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Îranê Mehdî Ferecî ragihand wan li 51 bajarên Îranê sîstema parastina muşekan bicih kirine û ew bi wê sîstemê dikarin cihê êrişa hêzên dijber diyar bikin û çavdêriyê li ser bikin.

Back to top button