Çîn..Di erdheja li Sîchûanê de herî kêm 65 kes mirin

Li Çînê erdhejê bîlançoyek giran li pey xwe hişt.
Li başûrê rojavayê Çînê di erdheja bi pileya 6,6 de herî kêm 65 kesan mirin û bi sedan jî birîndar bûn.

Erdhej doh li eyaleta Sîchûanê pêk hat.

Hate diyarkirin navenda erdhejê 200 kîlometre rojavayê Chengdûyê ye.

Li gorî rayedaran herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Çapemeniya welat jî ragihand ku nêzikî 250 kes birîndar bûne û 12 kes jî winda bûne.

Di heman demê de 200 kes jî di geliyê Haîloûyê de ji ber rê hatiye girtin, asê mane.

Ev gelî 2,850 metre li bilindahiyê ye.

Dîmenên ji cihê bûyerê tên jî metirsiya heyî zêdetir dike.

Tîmên rewşa awerte li herêmê ji bo kesên winda û birîndaran ketine tevgerê.

Back to top button