KCK’ê bi peyamekê sersaxî ji gelê Kurd, heskirî û malbata sekreterê berê yê Hizba Şûî Kerîm Ehmed re xwest û got, “Mîrateya şoreşgerî ya Kerîm Ehmd wê di dîroka gelê Kurd û gelê Iraqê de zindî bimîne.
Vê sibê sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistan û Iraqê, Kerîm Ehmed di temenê xwe yê 100 salî de li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.
Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî wefata Kerîm Ehmed peyameke sersaxiyê weşand.
KCK’ê sersaxî da gelê Kurdistan, Iraq, heskirî û malbata Kerîm Ehmed re xwest û got:
“Mamoste Kerîm Ehmed di van sê çarêka sedsalê de ji bo azadî, edalet, demokrasî û mafê netewî yê gelê Kurd li hemû çeperên xebatê de weke pêşmerge, fermandar, pêşeng û berxwedêreke zindanê û damezrînerê Saziya Cotyar-Karkeran di rêzên pêş a têkoşînê de cih girt û dîrokek tije serfirazî li pey xwe hişt.
Di wê baweriyê de ne ku wê bîranîn û mîrateya şoreşgerî, niştîmanperwerî û azadîxwaziyê ya mamoste Kerîm Ehmed di dîroka gelê Kurd û Iraqê de zindî û ronî bimîne û wê ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê bibe çavkaniya hêz û wêrekiyê.”