Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid piştrast kir ku dirêjkirina dema vekirina dergehê Bab El-Hewa û girtina dergehê Til Koçer tê wateya durutiya navneteweyî û lihevkirinên di navbera dewleta Tirk, Rûsya û Amerîkayê de.
Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê roja înê mekanîzmeya derbaskirina alîkariyên mirovî ji Sûriyê bi rêya dergehê Bab El-Hewa ku di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam de ye dirêj kir.
Her wiha dergehê Til Koçer jî girtî ma.
Vê biryarê bi awayekî neyînî bandor li 5 milyon gelê Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi hezeran koçber di kampan de, hene.
Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî û wiha anî ziman:
“Amerîka bi rêya vekirina dergehê Bab El-Hewa serî ji berjewendiyên Rûsyayê re tewand û li pey vê yekê jî lihevkirin û berjewendiyên kesayetî yên Amerîkayê hene.”
Hemdan El-Ebid: 5 milyon kes li Sûrî ji alîkariyan bê parin
El-Ebid piştrast kir ku berdewamkirina girtina dergehê Til Koçer gefan li jiyana bi milyonan kes û koçberan dixwe û ew biryarek dûrî mirovahiyê ye.
El-Ebid diyar kir ku bi vê biryarê ve 5 milyon kes ji alikariya mirovî bê par hate hiştin.
Hemdan El-Ebid: Biryara vekirina dergehê Bab El-Hewa siyasî ye
El-Ebid destnîşan kir ku biryara vekirina dergehê Bab El-Hewa yê li ser sînorê bi dewleta Tirk re biryareke siyasî ye û dê pirsgirêkên Sûriyê zêdetir bike.
Hemdan El-Ebid wiha dawî li axaftina xwe anî:
“Divê NY`yê careke din biryara xwe di ber çavan re derbas bike. Dergehê Til Koçer veke da ku gihaştina alîkariyan ji gelê Sûriyê re misoger bike.”