Aldar Xelîl: Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî encama rihê 14’ê Tirmehê ye

Li bakur û rojhilatê Sûriyê jî şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi çalakiyan tên bibîranîn.
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir gelê Kurd bi rihê 14’ê Tîrmehê fêrî berxwedanê bû û têkoşîna xwe ya azadiyê mezin kir.
Şêniyên Navçeya Til Koçerê jî bi meşekê şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê bibîranîn.

Bi boneya salvegera 39`emîn a berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê li Zindana Amedê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Girkê Legê, civînek li Navenda Aram Tîkran a Çand û Hunerê ya Rimêlanê li dar xist.

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl axivî û diyar kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê dibistanek ku gelê Kurd jê fêrî prensîba berxwedanê dibin.

Aldar Xelîl balkişand li ser mîreteya 14’ê Tîrmehê û got:

” Çirûska berxwedana 14’ê Tîrmehê bingeha derketina Tevgera Rizgariya Kurdistanê û Partiya Karkerên Kurdistanê PKK bû.”

Xelîl destnîşan kir ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê ronahiya rêya têkoşîn û berxwedanê ye, ku rihên wê berxwedanê hişt ku şoreşa 19’ê li Bakûr û Rojhilatê Sûrî li dar bikeve.

Civîn bi diruşmên silavkirina berxwedana şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi dawî bû

Şêniyên Til Koçerê bi meşekê berxwedêrên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn

Li Navçeya Til Koçerê ya Qamişlo jî, bi sedan ji şêniyên navçeyê daketin qadan û bi meşekê şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Meş li naverasta bajêr veguherî mîtîngê.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Koçer Ebulîlah El-Kurdî di mitîngê de axivî û diyar kir ku greva birçîbûnê ya 14`ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd serkeftin bû.

El-Kurdî anî ziman ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê vîna gelê Kurd û berxwedana wan a li dijî hovîtiya dewleta Tirk nîşan da.

Back to top button