Hêzên hikûmetê herêmên Idlib û Hemayê topbaran kir

Hêzên hikûmeta Şamê bi çekên giran êrişî herêmên dagirkirî ên li Hema û Idlibê kirin.
Balafirên şer ên Rûs jî deverên DAIŞ ên li çolistana Sûriyê bombebaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandin ku, hêzên hikûmeta Şamê vê sibê bi top û moşekan êrişî gundewarê Idlibê kir.

Hat diyarkirin bajarokên Benîn û Filêfil ên li çiyayê Zawiyê ya li başûrê Idlibê bûn hedefa êrişan.

Hate ragihandin ku di heman demê de hêzên hikûmetê li dijî gundên El-Sermaniya û Qilîdîn ên li Sehil El-Xab ya Hemayê êriş pêk anîn.

Ev yek jî, piştî ku duh yek ji çeteyên “Ensar El-Islam” ên xwekuj ku êrişî nuqteyek hêzên hikûmetê ya li gundê Sermaniya a Hemayê kir, pêk hat

Balafirên Rûs êrişî deverên DAIŞ’êên li çolistana Sûrî kir

Çavdêriyê ragihand, balafirên şer ên Rûsyayê jî vê sibê nêzî 25 êrişên hewayî li dijî deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî pêk anî.

Hêzên hikûmetê 3 sivîl li rojhilatê Reqayê revandin

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku hêzên hikûmeta Şamê li rojhilatê Reqayê jî 3 welatî revandin.

Back to top button