Beşdarên meşa dirêj :Em ê bi berxwedanê pêşeroja xwe ava bikin

Meşa 3 rojan a ku Defend Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê biparêzin’ li dar xist, duh bi mîtîng li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bi dawî bû.

Meşvan piştî ku xwe gihandin li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî meş, li wir vegûherî mîtîngê.

Di mîtîngê de Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs axivî.

Karamûs diyar kir ku beriya niha 98 salan Peymana Lozanê hatibû kirin û wiha got:

“Îro jî dagirkerî û qirkirina li ser Kurdistanê didome.

Dewleta Tirk îro bi piştgiriya DYE, NATO û NY û Rûsya êrişa li ser Kurd û Kurdistanê ji xwe re rewa dibîne.”

Şaredarê berê yê Cenevreyê Remy Paganî diyar kir ku divê xwedî li têkoşîna li hemberî êrişên li ser Kurd û Kurdistanê were derketin.

Meşa 3 rojan bi sloganên ku xwedî li dirûşmeya ‘Li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê biparêzin’ hate bidawîkirin.

Back to top button