Li Girê Spî torên kehrebeyê ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn

Piştî dagirkirinê êdî talankirin û dizîn dest pê dike. li ser vî esasî dewleta Tirk û çeteyên wê siyasetên xwe dimeşînin. di vê çarçoveyê de Li bajarê Girê Spî torên kehrebeyê û alavên wê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin dizin û bajar di tariyê de maye.

Çavkaniyên ji bajarê Girê Spî diyar kirin ku çeteyên bi navê El-Cebhe El-Şamiye ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker tevahiya teransên kahrebayê dizîne û keblên wê jî firotine û hin jî rûxandine.

Di encamê de kahrebe bi awayekî giştî li ser bajêr qut bûye.

Çalakvanan hin dîmenên wêrana bi destê çeteyên Tirkiyê hatine pêkanîn belav kirin.

Duh jî û di çarçoveya kirin û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 16 sivîl ji gundê Erîşa yê Til Temirê jî revandin.

Leave a Reply

Back to top button