Li Hindistanê ji ber birûskê 76 kesan jiyana xwe ji dest dan

Rayedarên Hindistanê ragîhandin ku di rojekê de ji ber birûskê zêdeyî 76 kesî jiyana xwe ji dest dan. 

Berpirsê Rêveberiya Felaketan a Wîlayeta Racistan derbarê mijarê de ji Firans Pirsê re ragîhand ku ji qurbaniyan herî kêm 23 kes li wîlayeta Racistan mirine.

Hejmarek ji wan kesan ên ku li ser keleha dîrokî ya li paytexta wîlayetê Caybûr, li birûskê temaşe kirin û wêne digirtin e.

Serokwezîrê Hindistanê Narîndra Modî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û destnîşan kir ku ewê alîkariyên madî bidin malbatên qurbaniyan.

Back to top button