Sucên dewleta Tirk û çeteyan li Efrîna dagirkirî didomin

Dewleta Tirk û çeteyên xwe hovîtî û kiryarên xwe yên dijmirovî li Efrîna dagirkirî dewam dikin.
Istîxbarata Tirkiyê jina temen mezin Şemsa Hisên revandin û heya niha çarenûsa wê ne diyar e.

Li gorî agahiyan hate ragihandin ku istîxbarata dewleta Tirk jina temen mezin Şemsa Hisên ji taxa Selah Edîn a Cindirêsê revandine.

Hate diyarkirin Şemsa bi behaneya ku hevseroka komînê bû û têkiliya wê bi Rêveberiya Xweser re hebû hate revandin.

Istîxbaratê Şemsa ber bi cihekî ne diyar ve bir û aqûbeta wê ne diyar e.

Çeteyên Ehrar Eşerqiyê jî 15 darên zeytûnan û 7 darên selwî yên welatiyê bi navê Semîr Ibrahîm ji gundê Xernêla birîn.

Ev jî bi behaneya ku xwediyên van daran endamê komînê bû û piştgirî dida Rêveberiya Xweser.

Back to top button