Kamîran Berwarî: Divê PDK li hemberî êrîşan helwesta xwe diyar bike

Endamê KNK’ê Dr.Kamîran Berwarî destnîşan kir ku metirsiya sereke li ser Başûrê Kurdistanê heye, divê PDK bêdeng nemîne.

Endamê KNK’ê Dr.Kamîran Berwarî, balkişand li ser helwesta PDK’ê ya derbarê êrîşan de û wiha got:

“Tiştek gelek metirsîdare ku hêzên Kurd çeperên birayê xwe berdin û herin çeperên dagirkeran.

Pêngava yekem ku ji bo li dijî van metirsiyan were avêtin divê ji PDK’ê were destpêkirin.

Pêwîste PDK helwesta xwe ya li beramberî êrişan diyar bike.

Ji ber ku yê herî zêde zirerê ji van êrîşan bibîne wê PDK be.”

Berwarî bang li hemû partiyên Başûr û kesayetên rewşenbîr kir ku bi berpirsyarî tev bigirin û helwestek cidî li beramberî êrîşan diyar bikin.

Back to top button