Tirkiye artêşa Yewnan bi pêkanîna êrişeke li dijî F-16’ên wan sûcdar kir

Li Derya Egeyê careke din Yewanan û Tirkiye hatine pêşberî hev.
Enqere îdia kir ku dema balafirên wan yên F-16 ji bo xebata NATO li Deryaya Egeyê difiriyan, bûne armanca êrişa balafirên Atînayê.

Aloziya leşkerî ya di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de didome.

Wezareta Parastina yê Tirkiyê îdia kir ku balafirên şer ên wan yên li ser Derya Egeyê bi erka NATOyê tevdigerin ji aliyê hêzên Yewnanîstanê ve hatine armanckirin.

Li gotî Tirkiye, doh 2 balafirên şer ên F-16’ên Tirk ji aliyê balafirên şer ên F-16’ên Yewnanîstanê ve hatine armanckirin.

Wezaretê diyar kir ku balafirên Tirkiyê jî bi girtina radarê bersiv dane balafirên Yewnanîstanê.

Tirkiye îdia dike ku Yewnanîstan bi zanabûn ev êriş pêk aniye.

Enqerê ev bûyer ji bo NATO yê hatiye ragihandin.

Her wiha daxuyaniyên wezareta Parstinê ya Yewnanîstanê li ser bûyerên dawî jî redkir.

Li ser bûyera dawî ya îdiayên Tirkiyê hîna ji Atîna ti daxuyaniyek ne hatiye dayîn.

Back to top button