QSD’ê mukurhatinên şaneyeke DAIŞ’ê bi par ve kir

Hêzên Sûriya Demorktatîk QSD ragihand ku hêzên wan ên taybet di 1’ê Adara vê salê de şeneyeke çeteyên DAIŞ’ê ku ji 5 kesan pêk dihat li Reqayê girt. QSD’ê diyar kir ku karê vê şaneyê çandina bombe û mayînan li herêmê bû. Di mukurhatinan de eşkere jî bû ku berpirsê vê şaneyê niha li herêmên li jêr dagirkeriya Tirkiyê ye.

Her çi qas şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hewl didin xwe zindî bikin, lê ti carî nekarîbû ku ji xefkên Hêzên Sûriya Demokratîk bifilitînin.

Û hema her carê jî eşkere dibe ku berpirsên van şaneyan di hembêza dewleta Tirk de ne.

QSD li ser malpera xwe ragihand ku hêzên wan yên taybet di 1’ê Adara vê salê de, li Reqayê operasyoneke pêk anî.

Ev şane ji 5 kesan pêk dihat û karê wê çandina bombe û mayînan, her wiha armanckirina xalên leşkerî yên QSD’ê li Reqa û xerakirina giştî herêmê bû.

QSD’ê da zanîn ku berpirsê vê şaneyê Mihemed Hayil Mibarek û bi navê Ebû El-Qasim tê naskirin.

Ev çete li xwe mukur hat ku wî dadwer, hevserokekî şarederiyê û sivîlek ji bo pereyan kirin armanc.

Çeteyekî DAIŞ: Berpirsê şaneya me li herêmên li jêr dagirkeriya Tirkiyê ye

Ez di meha Çileyê tevlî DAIŞ bûm.

Min bi rêya Telegramê agahî ji berpirsê xwe yê bi bi navê El-Şayib digirt.

Piştre min li endamên din ên şaneyê yên bi navê Ebû Salih, Ebû Omer, Ebû Mihemed El-Hecîra û Ebû El-Nûr belav dikirin.

Berpirsê me, Ebû EL-Şayib ku Waliyê Ewlehiyê yê DAIŞê li Reqayê bû, niha li cihên ku dewleta Tirk dagir kirine, dimîne.

Min dadwerek, hevserokekî şarederiyê û sivîlek ji bo pereyan kirin armanc.

Her wiha me bi rêya çandina mayînan di erebeyan de şêniyên herêmê armanc dikirin.

Me gelek xalên leşkerî yên QSD’ê li Reqayê kirin hedef, da ku tevliheviyê li herêmê çêkin.

Çeteyê bi navê Sened Hemed El-Ebûd jî li xwe muku hat ku karê wî di şaneyê, çavdêriya hedefan bû.

Min cihê kes û her wiha cihên ku dê werin armanckirin, ji şaneyê re bi par ve dikir.

Paşê min agahî dida Ebû El-Qasim û pişter El-Şayib fermana êrîşan dida.

Armaca me jî ya van kirinan têkbirina aramî û ewlehiya herêmê bû.

Ji Adara sala par û heta niha Hêzên Sûriya Demokratîk bi hemû hêza xwe, li dijî şaneyên DAIŞ’ê têkoşînê dikin û hema rojane bi qeflan çete dikevin destê wan.

Back to top button