Li Endonesiya..ji ber hilwelşîna avahiyê herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Endonesyayê hilweşîna navendeke firotinê, rê li ber komkujiyeke vekir.
Di encamê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da.

Bûyer li eyaleta Kalîmantan pêk hat.

Navendeke biçûk a firotinê angto mînî marketek li bajarê Bancarê hilweşiya.

Qatê 3’an ê avahiyê bi ser kesên tê de ket.

Di bûyerê de herî kêm 15 kes mirin û gelek jî birîndar bûn.

Li gorî rayedarên herêmê, sedema hilweşînê, hîmê sextê yê avahiyê bû.

Serokê Beşa Parastina Civakî li eyaleta Kalîmantanê Eşmadî diyar kir ku ji ber avahiyên axî yên sist, metirsiya bûyerên wiha zêde ye.

Back to top button