Kongra Star: Revandina Werîşe Mûradî kiryareke dijî têkoşîna jinan e

Kongra Star der barê endama Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê Werîşe Mûradî de ku ji hêla rejîma Îranê ve hatiye revandin daxuyaniyek da û bang li saziyên mafên mirovan kir ku rewşa endama KJAR′ê zelal bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Di 1′ê Tebaxa 2023′yan de endama Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê Werîşe ‎Mûradî ji aliyê Asayîşa Îranê ve hate revandin û heta niha çarenûsa wê ne diyar e.

Endama KJAR ê ‎xebatekî siyasî û rêxistinî dikir, revandina wê bi vî awayî fikarên malbat û rêxistinan li ser ‎rewşa wê zêde dike, ev kiryarkî li dijî hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan e û li dijî têkoşîna ‎jinan e.

Saziyên peywendîdar der barê rewşa Werîşe de berpirsiyar in.

Li ser vê yekê em bang li aliyên berpirsyar û saziyên mafên mirovan dikin ku bi erk û berpirsyariya ‎xwe rabin û rewşa endama KJAR′ê ‎zelal bikin.

Back to top button