Li Efrînê çete cara sêyemîn e ku jina bi navê Nisrîn Weqas direvîne

Sûc û hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin. Çeteyan cara sêyemîn ku bi heman hincetê jinekê ji Efrînê direvînin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihadn ku çeteyên dagirkeriya Tirk jina bi navê Nisrîn Weqas ya ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabatayê revand in.

Hate ragihandin ku çeteyan ev cara sêyemîne ku jina bi navê Nisrîn bi heman hincetê direvînin.

Çeteyan jina revandî birin cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wê ne diyar e.

Back to top button