Şehîd Seyid Evran û Aslan Qamişlo bi girseyî hatin oxirkirin

Îro têkoşerên azadiyê, rojnamevan Seyîd Evran û yek ji fermandarên YPG’ê Aslan Qamişlo bi merasîmek bi heybet li Qamişlo hatin oxirkirin.
Bi hezaran kesên ku beşdarî merasima oxirkirina şehîdan bûn peyama mezinkirina têkoşînê û şopandina rêya wan dan.

Rojnameger û nivîskar Seyîd Evran jî di 22’ê Îlonê ji ber nexwşeiya dil şehîd bû.

Îro her du şehîdên têkoşîna azadiyê li goristana şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo ji aliyên hezaran kesî ve hatin oxirkirin.

Girseya gel cenazeyê şehîdan ji morga bajêr wergirtin û bi meşkekê birin goristana şehîdan.

Piştî şehîd gihiştîn goristanê bi deqeyek rêzgirtinê merasîma cangoriyê azadiyê destpêkir.

endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şêro Şero axivî û di şexsê her du şehîdan de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got:

“Îro ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojeke dîrokî ye.

Em îro 2 fermandarên hêja oxir dikin. Îro roja şehîdan e û bi vê boneyê hevrê Rustem Cûdî, Rûken û Sara bi bîr tînin û dibêjin ku ew ê di dilên me de bimînin û dê ji her xayînekê hesab bê pirsîn.”

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed: Dê şoreş bigihîne armanca xwe

Piştî Şêro Şero Hevseroka TEV-DEM′ê Rûken Ehmed jî axivî û wiha got:

“Ger ku gelek li dora şehîdên xwe bi vî rengî disekine, bê guman dê ev şoreş bigihêje armancên xwe.

Ji ber partiya me partiya şehîdan e.

Ji lewre gelê me serî li ber zulm û dagirkeriyê natewîne.”

Der barê têkoşîna rojnameger û nivîskar Seyîd Evran de jî Rûken wiha got:

“Hevrê Seyîd bi pênûs, wêne û xebata xwe ya di ragihandinê de têkoşîna gel û fedakariyên şehîdan nîşan da.

Têkoşer Seyîd sînorên zehmetiyan nas nedikirin.

Ji ber heqîqetê raber bike li hember tevahî zehmetiyan sekinî û gelek rojnameger perwerde kir.”

Der barê kesayeta fermandar Aslan Qamişlo de Rûken ev tişt got:

“Aslan bi rihê xwe yê dilnizm, fedaî û kenê xwe di Şoreşa Rojava de hate naskirin.

Bi eşq û baweriyeke mezin xebat kir.”

Rûken Ehemed di dawiyê de ev bang li gel kir.

Rojnameger Stêrk Gulo jî li ser navê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) axivî û wiha behsa tekoşîna şehîd Seyîd kir:

Di dawiyê de Stêrk Gulo soz da ku ew ê riya wan bişopînin û her tim çeka wan hildin.

Piştî axaftinan, wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî hevrêyên wan hate kirin.

Paşê cenazeyên şehîdan bi dirûşman hate veşartin.

Back to top button