Wê Îsal Newroz bi giyanê yekîtiya netewî were pîrozkirin

Bi pêşengtiya partiyên ‘Tifaqa Kurdistanê’ wê pîrozbahiya Newrozê îro li navçeya Sûrê ya Amedê dest pê bike.

Bi tevlêbûna hevserok, berdevk û nûnerên rêxistinên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê, bernameya Newrozê hate eşkerekirin.

Newroz bi slogana ”Ji bo yekîtî, demokrasî û azadiyê werin Newrozê” dê li Amedê were pîrozkirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve hate xwendin, wê Newroza 2020’an bibe platforma gelê Kurd ku tê de bi coş û kelecanek mezin daxwazên xwe yên siyasî biqîrin.

Di dawiya daxuyaniyê de her wiha bang li gelê Kurd, dostên wan, rêxistinên saziyên sivîl, jin, ciwan û rêxistinên xweza û dorhêlparêzan hate kirin ku bi coşeke mezin beşdarî Newroz 2020’an bibin.

Back to top button