Rojnemevan Dilîşan Îbîş li ser gora xwe hat bibîranîn

Di salvegera 5’an a şehadeta xwe de rojnamevan Dilîşan Îbîş, ji aliyê malbat û rojnamevanên herêma Firatê ve li ser gora xwe hate bibîranîn.

Bi dehan rojnamevan û malbata wê beşdarî merasima bîranînê ya li goristana Şehîd Dîcle a Kobanê bûn.

Peyama koordînasyona Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) ya herêma Firatê ji aliyê endama meclisê Berçem Cûdî ve hat xwendin.

Di peyamê de hat gotin: Hevala me Dilîşan Îbîş ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê di nava xebatên çapemeniya azad de bi kedeke mezin cih girt.

Li ser şopa Gurbetellî Ersoz bû deng û rengê berxwedan û serkeftina şoreşê.”

Dilîşan Îbîş di 12`ê Cotmeha 2017`an de dema ku pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî DAIŞ`ê dişopand, li ser riya di navbera Hesekê û Dêrezorê de tevî hevalên xwe Rizgar Denîz, Hogir Mihemed û komeke sivîl bûn hedefa êrişa bombeyî ya çeteyên DAIŞ`ê şehîd bû.

Back to top button