Xebatên çêkirina rêya Amûdê bi dawî bû

Tevî êriş û dorpêça li ser herêmê Şaredariyên Gel xebatên xwe ên xizmetguzariyê didomînin. Riya Amûdê ya ku ev demek dihat çêkirin bi dawî û wê sibê têkeve xizmetê.

Riya k dirêjibûna wê 35 km ye, navçeya Amûdê bi riya M4 ya navnetewî ve girê dide.

Hevserokê Komîteya Rêveberiyên Herêma Cizîrê Silêman Ereb derbarê bi dawî bûna rê de daxuyanî da.

Silêman Ereb da zanîn ku xebatên ziftkirina riya navçeyê bi dawî bû û sibê wê bikeve xizmeta gel.

Silêman diyar kir ku projeya rê di gelek qonaxan re derbas bû û niha jî bi rêk û pêk hatiye çêkirin.

Silêman Ereb eşkere kir ku ewê xebat û projeyên xizmeta gel berdewam bikin.

Back to top button