Balafirên şer ên Rûsyayê baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li çiyayê Zawiyê yê Idlibê û depoyeke dronên biçek a çeteyan bombebaran kiriye.
Li herêma Bêçek şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker giran buye.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer yên Rusyayê cihên çeteyan yên li Idlibê bombebaran kirin.
Balafirên Rusyayê baregehên leşkerî yên çeteyên Tehrîr El Şam û Ensar El Tewhîd yên li gundê Meşon ê çiyayê Zawiyê ê li başûrê Idlibê bomberankirin.
Balafirên Rûsyayê li Idlibê depoyeke dronên biçek bombebaran kir
Li gorî ajansa ‘Interfax’, alîkarê mûdîrê Navenda Lihevanînê ya Rûsya ya li Sûriyê Admiral Vadim Collet got:
“Hêzên hewayî yên Rûsyayê li Idlibê êrişên hewayî li dijî depoya balafirên bê mirov û biçek pêk anîn.”