Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi dirûşma ‘Bi rihê çanda neteweya demokratîk em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û azadiya Rêber Apo misoger bikin’ amadekariyên festîvala çandê dike.
Festîvala dê rojên 10 û 11′ê Cotmehê li navçeya Til Birakê ya girêdayê kantona Hesekê were lidarxistin.
Li gorî komîteya amadekar a festîvalê, dê 28 çalakiyên çandî û hunerî (Stran, govend, pêşangehên huner û mîrateya pêkhateyên herêmê) werin pêşandan.
Endamê komîteya amadekar a festîvalê Mihemed Cûdî got:
“Festîval ji bo nîşandana çanda pêkhateyan di çarçoveya felsefeya neteweya demokratîk de ye.”
Li gorî komîteya amadekar, di roja 1’emîn a festîvalê de dê axaftin ji aliyê Rêveberiya Xweser û saziyên çandê yên li herêmê werin kirin.
Wê komên navendên çandê yên herêma Cizîrê berhemên xwe nîşan bidin, pêşangeha pirtûkan û wêneyan bên vekirin, pêşbirka hespan û xwarinên gelêrî werin pêşandan.
Di roja 2’emîn de jî, komên govend û stranan wê hunera xwe pêşkêş bikin.