Li Hindistanê…ji ber hişkesalî û germa zêde çûk ji asîmanan dadikevin

Her sal bi hezaran çûk ji ber germa zêde jiyana xwe ji dest didin.
Îsal jî ji ber germa zêde li Pakistan û Hindistanê çûk ji asîmanan ketin.

Li Pakistanê germahî derket 51 pileyî.

Bizîşkekî diyar kir ku li Ahmedabab a li rojavayê welat rojane 60 çûk ji asîmanan dikevin.

Li Hindistanê ya ku germahî derketiye ser 45 dereceyan jî heman rewş heye.

Gelek gol miçiqîne û qalikê req û kîsoyên mirî li ser zemîna golê çêbûne.

Li hinek bajaran çûkên tî, ji asîmanan dikevin.

Midûrê Komeleya Bîrdlîfe Sûîsse ya Swîsreyê Françoîs Tûrrîan diyar kir divê çûkên varik rojê du caran avê vexwin.

Tûrrîan got;

“Divê çûk karibe xwe bişon jî.

Bi vê re dema ew perîkê xwe şil dikin, parazîtan dikujin, ji bo ku av ji perîkê wan derbas nebe, nerm dibin.”

Hinek cureyên ku tov dixwin, divê avê zêdetir vexwin.

Zanyaran çûkan diyar dikin mirov kabeke biçûk a avê deyne şaneşîn an jî baxçeyan, wê ev tişt ji bo çûkan gelekî baş be.

Back to top button