Tûnis…Pêvajoya bidawîkirina pergala parlementeriyê destpê dike

Ji bo zêdekirina erka serok-komar Qeyis Seîd, gelê Tûnisê dengê xwe ji bo referandûma Detsûra Bingehîn bi kar anîn.
Rêjeya tevlîbûnê weke ji sedî 27.54 hat eşkerekirin.
Û tevî ku piraniya gel helwesta boykotê nîşan da jî guhertina destûrî hat erêkirin.

Doh ji 9 mîlyon û 300 hezar hilbijêran li welat tenê 2 milyon kesî dengê xwe ji bo referandûmê bikar anî.

Tevî vê tevlîbûna kêm jî hat gotin, referandûma guhertina destûrê bi rêjeya ji sedî 93 hat qebûkirin.

Bi vî awayî erkên serok-dewlet Qeyis Seîd zêde bûn.

Bi gotineke din, êdî qonaxa bidawîbûna pergala perlementeriyê destpêkir.

Derengiya şevê alîgirên Qeyis Seîd encam weke serkeftinê binav kir û li kolanên welat dest bi pîrozbahiyan kirin.

Li gorî guhertinên nû, Qeyis Sedî dibe xwedî wê rêkê bê ku erêkirina meclisê, serokê hukûmetê û wezîran destnîşan bike.

Di heman demê de çi dema bixwaze dikare van kesan ji erkê jî dûr bixe.

Ne tenê siyaset, serok-komar di warê dadgeriyê de jî xwedî erkên zêde ye.

Ji ber vê çendê, partiyên muxalefetê di wê baweriyê de ne ku Tûnis ber bi rêjîmeke dîktator ve diçe.

Back to top button