Xwepêşandanên Rojhilat û Îranê di roja 17’an de ye

Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li dijî gel her ku diçe zêde dibe. Hêzên Îranê 3 xwendekarên zanîngeha Şerîf a Tehranê kuştin.
Li gor rêxistina hegaw jî hêzên rejîma îranê cilên gerîla û peşmerge xwedikin û xwepêşandaran direvînin.
Tevî kuştin, revandin û binçavkirinê jî gelên li rojhilat û Îranê dev ji qadan bernadin.

Xwendekarên Zanîngehên Tehran, Seqiz û Sinê doh êvarê careke din daketin qadan xwepêşandan lidarxistin,

Hêzên Îranê 3 xwendekarê zanîngeha Tahranê kuştin

Hêzên rejîma îranê êrişê xwendekarên zanîngeha Şerîf a tahranê kir li gor agahiyan herî kêm 3 xwendekar hatine kuştin.

Li Metroya Şerîetê ya Tehranê jî xwepêşandan hat lidarxistin û dirûşmên “Ji bo dîkdator mirin” hatin berzkirin.

Li bajarê Sine jî xwepêşandanê careke din li qadan bûn, lê hêzên rejîma îranê xwepêşandar gulebaran kir 15 kes birîndar bûn.

Li paytexta îranê tayhranê jî ev 17 roje gel dev ji kolana bernadin

Li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê jî gel li kolanan bûn.

Hêzên Îranê cilên Gerîla û Peşmerge xwekirine gel direvînin

Rêxistina hegaw ragihand ku li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistan hêzên rejîma îranê çilên peşmerge û gerîla xwe kirine gel direvînin.

Her wiha duh li Merîwanê di xwepêşandanan de yek ji fermandarên Supayê Pasdaran Daqid Ebdulahî hate kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê doh bilançoya dawî ya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ragihand û diyar kir ku heta niha 133 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button