Fermandarê YBŞ’ê Zerdeş Şengalî, Hemîd Şengalî, Cîlo Borik û Êzdîn Şoreş ku di encama êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker de, şehîd bibûn hatin bîranîn.
Merasîm li Goristana şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Şengalê hat lidarxistin.
Di serî de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Meyan Nasir axivî û got: “Xwedî derketina li keda van şehîdan erka li ser milê me û zarokê me ye, divê em tu carî dest ji doza xwe bernedin..”
Ji Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê Zekî Şengalî jî axivî û got: “Em ê xeta şehîdn û xweseriya civaka xwe bibin serkeftinê. ”
Her wiha li ser navê TAJÊ jî Şemê Remo axivî soza şopandina riya şehîdan da..
Piştî axaftina li ser jiyan û têkoşîna Zerdeşt Şengalî û hevrêyên wî sinevîzyonek hate pêşandan û ji bo şehîdan xêr hate belavkirin.