Li Şehbayê şehîd Rustem Efrîn hate bibîranîn

Li Kampa Berxwedan a Şehbayê ji bo gerîlayê HPG’ê Rustem Efrîn ku di 2020’fan de li Amanosê şehîb bibû, merasîmek hate li darxistin.

Şervanê Hêzên Parastina Gel HPG’ê Alî Adanan bi nasnav Rustem Efrîn di 3’ê Cotmeha 2020’an dema li Amanosê şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji bo şehîd Rustem merasîmê bîranînê li qada kampa Serdemê ya navçeya Fafînê ya li Şehbayê li dar xist.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Sureya Hebeş axivî û êrişên bi çekên kîmyewî û tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir.

Sureya di dawiya axaftina xwe de, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamiya riya şehîdan heta pêkanîna azadiyê da.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehîd hate xwendin û eadestî malbatê hate kirin.

Back to top button