Rêveberiya Xweser bi şêx û rûspiyên eşîrên Qamişlo re civînek pêk anî

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ji bo nîqaşkirina li ser rewşa xizmetguzarî ya li kantona Qamişlo civîneke ji şêx û rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb û siyasetmedarên Suryan re li dar xist.

Civîn li hola Zana ya Qamişlo li darket, ku tê de şêx û rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb, kesayetên Suryan û desteyên xizmetguzarê lê amade bûn.

Di civînê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yunis li ser rewşa xizmetguzarî ye axivî û diyar kir ku ji bo birêvebirina gel xwe bi xwe û bi derfetên xwe bêyî pişta xwe bidin aliyekî dîtir hat avakirin.

Telat Yunis ragihand ku rêveberî niha rûbirûyî şerekî plankirî ye.

Beşdaran jî ji aliyê xwe ve li ser pirsgirêk û rêbazên çareserkirinê nêrînên xwe parve kirin.

Ji nîqaşên ku derketin pêş; rewşên xizmetguzarî û aborî bi rêya piştevaniya projeyên aborî û çandinî werin pêşxistin.

Her wiha mijara madeyên sereke ji bo beşê çandiniyê werin peydakirin, rola zimhêrê baştir were aktîvkirin, kalîteya nan were başkirin û xetê avê û rê werin sererastkirin.

Back to top button