Meclisa Reqayê alîkarî li koçberên Idlibê belav kirin

Meclisa Sivîl a Reqayê bi koordîneya bernamey xwarinê ya Cîhanê û rêxistinekî alîkariyê, 196 pakêtên alîkariyê li koçerên Idlibê yên li Reqayê belav kir.

Ev alîkarî jî weke însîyatîfek ji Meclisa Reqayê bû da ku beşekî ji pêdiviyên koçberên Idlibê peyda bike.

Koçberê bi navê Welîd Derwîş yê ji Cebel El-Zawiyê spasiya Meclisa Reqa û rêxistinên din kir û banga zêdekirina alîkariyan kir.

Ev cara duyemîn ku di vê mehê de alîkarî li koçberên Idlibê tê belavkirin.

KOÇBERÊN IDLIBÊ:
HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ YÊN HERÎ EWLE NE

Li aliyê din, koçberên Idlibê dibêjin ji ber ewlehî û aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wan berê xwe dane herêmê.

Back to top button