Li Efrînê dewleta Tirk zimanê Tirkî li ser Kurdan ferz dike

Di demekî de ku hemû cîhan pêşwaziya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanê dike, dewleta Tirk a dagirker li Efrînê zimanê Kurdî tine dike û zimanê Tirkî li ser Kurdan ferz dike. Dewleta Tirk bi darê zorê 32 zarokên kurd rêkirin dewreya zimanê Tirkî.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê 32 Kurd birine korsa zimanê Tirkî.

Piştî 18’ê Adara 2018’an dewleta Tirk a Efrîn dagir kir, hemû saziyên perwerdeya zimanê dayîkê girt û li cihê wê zimanê tirkî weke zimanê fermî ragihand.

LEŞKERÊN DEWLETA TIRK NÎŞANA FAŞÎST A NIJADPERSET HILDIDIN

Li aliyekî din di çarçoveya belavkirina fikrê radîkal de, artêşa dewleta Tirk fikrê xwe yên nijatperest li herêmên ku dagirkirine belav dikin.

Di fotoyekî ku li ser malperên civakî belavbûye de, tê xuyakirin ku leşkerekî dewleta Tirk li herêma Atarib a Helebê nîşana faşist a bi navê ”Gurên Gewr” hildaye.

Ev nîşane jî nijatperest û faşistên Tirk pê tên naskirin.

Back to top button