Konseya Ewlekariyê komkujiya Zaxoyê bi şermezarkirineke “şermok” helwest nîşan da

Piştî giliyê Iraqê, Konseya Ewlekariyê ya NY helwesta li hemberî komkujiya dewleta Tirk eşkere kir.
Konseyê, bi zimanekî “şermok” komkujî şermezar kir û di daxuyaniya xwe de navê dewleta Tirk a êriş pêk anî bicih nekir.
Hikumeta Iraqê careke din got,
Berpirsê êrişê dewleta Tirk û xwest ji sînorên welat vekişe.

20’ê Tîrmehê dewleta Tirk li gundê Perex ê girêdayî Zaxo komkujî pêk anî.

Di encamê de 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 23 jî birîndar bûn.

Dewleta Iraqê ya artêşa Tirk ji komkujiyê berpirsiyar nîşan da, giliyê wê li cem Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Konseyê bi daxuyaniyeke fermî bersiv da giliyê Iraqê û komkujî şermezar kir.

Tevî ku diyar bû dewleta Tirk komkujî pêk aniye jî Konseya Ewlekariyê navê wê di daxuyaniya xwe de bicih nekir.

Konseya Ewlekariyê ragihand ku ew ji bo ronîkirina komkujiyê amade ne destekê bidin hukûmeta Iraqê.

Her wiha alîgiriya xwe ji bo rêzgirtina li serwerî, yekîtî û serxwebûna Iraqê nîşan da.

Parlamentoya Iraqê li ser komkujiya li Zaxo civiya

Her wiha 23’ê Tîrmehê Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişa dewleta Tirk ya li ser gundê Perex ya Zaxoyê, lijneyek taybet bi serokatiay cîgirê dûyem yê serokê parlamentoyê pêkanî bû.

Di derbarê xebatên lijneyê de parlamentoya Iraqê daxuyaniyek belavkir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, lijneya taybet ya parlamentoya Iraqê bi serokatiya cîgirê dûyem yê serokê parlamentoyê Şaxewan Ebdula, civiyaye.

Iraq: Tirkiye ev komkujî pêk aniye û ji vê yekê berpirsyare

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cûma Înad doh di daxuyaniyeke çapemeniyê de wiha got:

“Berpirsyarê komkujiyê dewleta Tirke.

Me daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku hêzên xwe yên li herêmê paşde bikêşine.

Lê dewleta Tirk guh nade vê daxwaza me.”

Înad îşaret bi îdiayên dewleta Tirk yên ku dixwazin komkujiyê bixe stuyê PKK’ê kir û ev tişt anî ziman.

“Komkujî bi topên giran ên 155 mm hatiye kirin.

Di destê PKK’ê de çekên giran nîne.

Tirkiyeyê ev êrîş kiriye û ji komkujiyê berpirsyar e.”

Şandeyek leşkerî ya Iraqê li Zaxo ye

Di vê navberê de, şandek leşkerî ya Iraqê bi serokatiya cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê ji bo lêkolînkirina rewşa ewlekarî ya li ser sînor, li Zaxoyê ye.

Di daxuyaniya li ser malpera tevna civakî ya Fermandariyê de hatî parvekirin de wiha hate gotin:

“Armanca serdana şandeyê ya ji bo herêmê, lêkolînkirina rewşa ewlekarî ya li ser sînorê Tirkiye û Iraqê ye.”

Back to top button