Xebitandina jinan di saziyên navneteweyî yên li Afganistanê de hatiye qedexekirin.
Rêvebera perwerdeyê ya Afganistanê Sama Saadat tekez dike ew ê heta dawî bixebitin û li ber xwe bidin.
Saziya Perwerdeyê ya ku Sama Saadat tê de dixebite bi xwe jî rastî binpêkirinên Talîbanê tê.
Der barê van binpêkirinan de Sama ji ajansa “JINHA” re axivî û ev got:
“Talîban di bin navê lêpirsînê de gelek caran hat ofîsa me û gef xwarin.
Xebatên me asteng dikin, her cara ku tên bi heqaret tevdigerin.
Tehemula wan nîn e bi jinan re biaxivin. ”
Sama Saadat tekez kir ew ê heta dawiyê bixebitin da ku ofîsa wan neyê girtin û got:
“Bila jin teslîmî cehaletê nebin û li ber xwe bidin! “