HPG’ê 5 gerîlayên ku di mijdara 2021’an de şehîd bûn bi bîr anî

HPG’ê 5 gerîlayên ku di mijadara 2021’an de şehîd bûn bi bîr anî û got,
“Hevrêyên me Denîz, Rodî, Dilêr, Canfeda û Adil wê weke milîtanên pêşeng û fermandarên mînak di têkoşîna me de her tim bêne bîranîn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şehadeta 5 gerîlayan daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar ki di Mijdara 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê 5 hevreyê wan tevlî karwanê nemiran bûn û wiha got:

Hevrêyên me Denîz, Rodî, Dilêr, Canfeda û Adil xwe li ser xeta fedaî perwrede kirin, bûn hevrêyên baş ên Egîd û Zîlanan.

Di gerîlatiya modernîteya demokratîk de xwe bi pêş ve birin, bûn fermandarên mînak, milîtanên pêşeng.

Wê di têkşoîna me de her tim bêne bîranîn.

HPG’ê destnîşan kir ku hevrêyên wan yên fedaî bi sekna xwe, rêya rast û bi bandor a têkoşînê nîşanî her kesî dan û got:

Em soz didin ku li ser şopa fermandarên xwe yên fedaî bimeşin, ruhê fedaî yê Apoyî di her kêliya jiyana xwe de serwer bikin û teqez bi ser bixînin.

Di serî de malbatên welatparêz ên şehîdan re HPG’ê sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re xwest.

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Denîz Amanos
Nav paşnav: Tekîn Okan
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik: Hazîme
Bav: Hayrettîn
Dem û cihê şehadetê: Mijdar 2021, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rodî Berçem
Nav paşnav: Emrecan Şahîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik: Sabîha
Bav: Kadîr
Dem û cihê şehadetê: Mijdar 2021, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Dilêr Derwêş
Nav paşnav: Dilêr Ruzgart
Cihê jidayikbûnê: Seqiz
Dayik: Gulbax
Bav: Mûıhammed Emîn
Dem û cihê şehadetê: Mijdar 2021, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Canfeda Raperîn
Nav paşnav: Savaş Abo
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik: Xoxê
Bav: Xazî
Dem û cihê şehadetê: Mijdar 2021, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Adil Erdal
Nav paşnav: Omer Nezar
Cihê jidayikbûnê: Mûsil
Dayik: Sîndîz
Bav: Nezar
Dem û cihê şehadetê: Mijdar 2021, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button