Qamişlo-Li navçeya Çilaxa cenazeyê jinekê hat dîtin

Vê sibehê li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê cenazeyê jinekê hat dîtin.

Navê jina hatî kuştin Etiye Hisên Hisên e (55) ye.

Cenazeyê wê li gundê Dêro Kevn ê navçeya Çilaxa li mala wê hate dîtin.

Piştî ku gundiyan li ser bûyerê agahîdarî dan, Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî yê girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê bûyerê.

Piştî lênêrîna li cenaze, derket holê ku jin bi amûrên tuj hatiye kuştin..

Berî bê kuştin jî, lêdan li wê hatiye kirin.

Li gorî agahiyên xelkê gund dane, 4 kurên wê li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne, hevjînê wê jî dema ku cenaze hatiye dîtin li derveyî malê bûye.

Cenaze rakirin nexweşxaneya li navçeyê da ku otopsî jê re were kirin.

Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî jî dest bi lêpirsînkirina bûyerê kir.

Back to top button