Bi bêdengê û mijûlbûna civaka navnetewî dewleta qirker êrişê xwe li ser herêmê zêde dike .
Mîna her rojê derengiya şevê herêm rastî êrişan hat .
Navçeya Til Rifet ya Şehba ji aliye dagirkeran ve hat topbarankirin.
Derengiya şevê navçeya Til Rifet a kantona Şehba rastî êrişên dijwar hatin .
Di vê navberê de dagirkeran gundên Şêrawayê jî da ber topan.
Taybet gundê Soxanekê û derdora gundê Bênê bûn hedefa êrişan .
Hate diyarkirin ku nêzî 30 guleyên obîsan li derdora van gundan ketine.
Beriya van gundan jî dewleta dagirker gundên Tinib, Keştear û Îrşadiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kir.
Hat diyarkirin ku 20 guleyên obîsan jî li van gundan ketine.