Derbarê parlamenter Semra Guzel de biryara girtinê hat dayîn

Bi her awayî li dijî siyasetmedar parlamenter û endamên HDP’ê zext tên kirin. Herî dawî û piştî mafê parlamenteriyê ji Semra Guzel hat girtin, biryara girtina wê jî hat dayîn. Berî demekê parlamenteriya Semra Guzel parlamentera HDP’ê ya Amedê, hat rawestandin.

Hilkumeta faşîst a AKP’ê ev jî bes nedît paşê der heqê wê de biryara girtinê jî da.

Ev biryar jî weke biryarên berî niha, bi hinct û idîayên hikumetê yên derew hat dayîn.

Derbarê 20 jinên ku berî 5 salan hatibûn binçavkirin doz hat vekirin

Ne tenê endamên HDP’ê, zextên li dijî kurdan taybet çalakvanên jin jî her hene û zêde dibin.

Herî dawî der barê 20 jinên ku berî 5 salan di çalakiya 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin, doz hat vekirin.

Rûniştina yekem a dozê jî wê 6’ê Îlonê pêk were.

Back to top button