PKK: Newroza sala 2022’an bi her awayî bû Newroza serkeftinê

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya Newrozê û pîrozbahiyên bi heybet daxuyaniyek da. PKK’ê beşdariya gel a qadên Newrozê silav kir û got, ”Ev Newroz bû Newroza serfiraziyê û bû ‘Newroza Rêbertî. Gelê me danîn holê ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo heta dawiyê têbikoşin.” 

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya Newrozê û pîrozbahiyên bi heybet daxuyaniyek nivîskî da.

PKK’ê anî zimna gelê kurd û dostên wan Newroza herî bi heybet û watedar pîrozkirin û ev got:

“Gelê me ji hetf salî heta heftê salî, bêyî ku ji xwe re baran, berf û sermayê bikin hincet herikîn qadên serhildanê û li dora Rêber Apo kom bûn.

Ji Botanê heta Serhedê, ji Zagrosê heta Dersîmê, ji Amedê heta Stenbol û Izmîrê, ji Qamişlo heta Reqa, ji Kerkûkê Heta Qendîlê, ji Hewreman heta Merîwan, ji Ewropayê heta Asyayê, ji Afrîka heta Amerîkayê bi milyonan kurd herikîn qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê parçe kirin.

Em her kesê ku daket meydanan û azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwest silav dikin.”

PKK: Wê nekarin pergala tecrîdê zêdetir bidomînin

PKK’ê diyar kir ku gelê kurd û dostên wan bi herîkîna qadên newrozê bersiva pêwîst da aliyên ku digotin, ”Me gerîla çewisand û PKK tasfiye kir” û wiha domand:

“Ev encama berxwedana Rêber Apo û têkoşîna gerîla ya fedaî ye.

Êdî ne pêkan e ku pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê zêdetir bidomînin.”

PKK: Divê sala 50’ê ya rêbertî û PKK bibe sala serfirazî û têkoşîna herî xurt

PKK’ê ragihand ew bi rengekî pir xurt dikevin ”Sala 50’î ya Rêbertî û Partiyê” û piştrast kir ku serfiraziya sala 50 ji niha ve hatiye misogerkirin û ev got

“Ev Newroz bi wateya rastî bû Newroza serfiraziyê.

Tam bi rengê ”Newroza Rêbertiyê’ hate jiyîn.

Gel û dostê me, derxistin holê ku ew ê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo heta dawiyê têbikoşin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê dawiyê diyar kir ku pîrozbahiya Newroza 2022’an ji Kurdistanê wêdetir çûye, bûye Newroza yekîtî, berxwedan û cejna azadiyê ya hemû gelan û ev bang kir:

“Divê gelê me bi Rihê Newrozê hefteya lehengî bigîhînin 4’ê Nîsanê, sala 50’ê ya Rêbertî û Partiyê bikin usala têkoşîna herî xurt û sala herî mezin a serfiraziyê.”

Back to top button