Aldar Xelîl: Ji ber hevkariya dewleta Tirk DAIŞ têk naçe

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî metirsiya DAIŞ’ê û hevkariyê û Tirkiyê ji ajansa Firatê re nirxandin kir.
Aldar Xelîl dibêje: “Eger cîhan dixwaze ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bin, divê sînor ji dewleta Tirk re bê danîn.” Her wiha piştrast kir heta Erdogan li ser desthilatê be, wê DAIŞ têk neçe. 

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî xeteriya DAIŞ û hevkariya wê û Tirkiyê ji ajansa Firatê re axivî.

Aldar Xelîl destpêka axaftina xwe anî ziman ku xeteriya DAIŞ’ê hîna didome û bi dawî nebûye.

Aldar Xelîl balkişand ser hevkariya DAIŞ û Tirkiyê û da zanîn ji ber vê hevkariyê û piştgiriya Tirkiyê wê DAIŞ têk neçe.

Aldar Xelîl: Êrişên DAIŞ û Tirkiyê li ser esasê konseptekî cîhanî dimeşe

Aldar Xelîl dibêje ev piştgiriya DAIŞ û dewleta Tirk, li ser herêmê konsepteke giştî ya dewletên derve ye.

Aldar Xelîl: Heta Erdogan li ser desthilatê be DAIŞ têk naçe

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê got: “Heta Erdogan li ser desthilat be wê DAIŞ têk neçe.”

Aldar Xelîl: Gelên li herêmê bi yekîtiya xwe planên Şamê û Tirkiyê vala derxistin

Aldar Xelîl da zanîn ku gelên li herêmê bi yekîtiya xwe planên Dewleta Tirk û Rejîma Sûriyê vala derxistin.

Dawiyê Aldar Xelîl bang li Hikumeta Şamê kir û got çareserî tenê bi dayalogê ye.

Back to top button