‘Eger deshilata Başûr wiha dewam bike wê statuya Başûr bikeve metirsiyê’

Têkildarî krîza serokkomariyê ya Iraqê nivîskar û çavdêrê siyasî Mesûd Ebdulxaliq dibêje: “Eger polîtîkayên şaş ên PDK’ê wiha dewam bikin wê statûya Başûrê Kurdistan bikeve xeteriyê.” 

Rewşenbîr, nivîskar, çavdêrê siyasî û Şêwirmendê Dezgeha Stander Mesûd Ebdulxaliq têkildarî kirîza serokkomarî ya Iraqê ji ajansa Firatê re axivî.

Nivîskar Mesûd Ebdulxaliq têkildarê lihevkirina PDK’ê bi Tevgera Sedir û bandora wê li ser statuya Başûrê Kurdistanê ji ajansa Firatê re axivî.

Mesûd Ebdulxaliq li ser siyaseta PDK ya di vî alî de hişyarî da û ev got: “Niha statuya Herêma Başûrê Kurdistanê pir lewaz e. Bi taybetî piştî lihevkirina PDK’ê ligel Tevgera Sedir ku li hevkirineke çêkirî ye. Pêwîst e Serokkomarê Iraqê kesekî pir şareza be, di ferqa planê Tirkiyê de be.”

Nivîskar Mesûd Ebdulxaliq diyar kir ku metirsiya sereke ya li ser başûrê Kurdistanê polîtîkayên şaş ên PDK’ê ne û ev got: “Eger desthilata başûr wiha dewam bike wê statûya Kurdistanê bikeve xeteriyê û derbên mezintir li Kurdistanê bikevin.”

Back to top button